Kevneşopiya nû ya Xwendinê!


Cara yekemîn li Kurdistanê kompaniyeke ehlî dest bi tomarkirina 100 pirtûkên nivîskarên Kurd bi awayê dengî û bi kalîteyeke bilind kiriye.
Min di van rojan de di televizyoneke Erebî de raporek li ser kevneşopiya guhdarkirina “Pirtûkên Dengî” ku niha li welatên Ewropa belav bûye dît.
Mînak di nava metro û cihên giştî de, piraniya xelkê li cihê weke berê pirtûkek an jî rojnameyeke tabloyîd di destê wî/wê de be, berguhek li ber guhane û guhdariya pirtûkê dike. Ango li cihê bi çav bixwîne, bi deng jêre dixwîne; ew jî guhdarî dike û tamê jê werdigire.
Cara yekemîn li Kurdistanê kompaniyeke ehlî dest bi tomarkirina 100 pirtûkên nivîskarên Kurd bi awayê dengî û bi kalîteyeke bilind kiriye.
Tişta bûyî hêvênê vê nivîsê, hebûna rêjeya xwendina pirtûkên dengî ya li Kurdistanê ye. Cihê kêfxweşî û destxweşiyê ye kompaniyeke ehlî ya bi navê Agora Vision dest bi tomarkirina zêdetirî 100 pirtûkên nivîskarên Kurd bi awayê dengî û kalîteyeke baş kiriye.
Ji wê jî zêdetir cihê kêfxweşiyê ev pirtûk li malpereke profesyonek hatine danîn û hemû pirtûk jî nirxekî sembolîk li ser in. Ango divê xwîner bi rêya karta elektronî pere bide û bi vî awayî bikare pirtûkê bixwîne. Nirxê piraniya pirtûkan jî di navbera 3-5 dolaran de ye.
Ev jî bi berhev ligel kirîna pirtûkan pir kêm e. Ji bilî vê yekê di xwendina pirtûkan de teknîkek baş hatiye bikaranîn û wiha li “xwînerê guhdar” dike bi çoş û xurûş guhdariya pirtûkê bike.
Ev kevneşopî û karê giring ê hevalên Agora Vision, cihê wê yekê ye saziyên fermî bi taybet jî parêzgarê Silêmanî, Wezareta Rewşenbîrî û heta rêxistinên navdewletî jî piştgiriya maddî û manewî ya vê projeyê bikin. Ji ber qasî zanyariyên min li ser hebin, armanca projeyê zêdetir ji bo paldana kevneşopiya xwendin û hişyarkirina civakê ye û beşeke kêm a deskeftiyên maddiye.
Lewra hêvîdarim giringî bi vê projeyê bê dayîn, em nivîskar û rojnamevan piştgiriya projeyê bikin. Bi mercê ku Agora jî pirtûkên baş û giring hilbijêre ku bandoreke erênî li ser xwîner bihêle neku tenê ji bo firotinê kar bike. Herçendî ji wan 100 pirtûkên belavkirine, dikarim bêjim piraniya wan pirtûkên baş û bêhempa ne, ev jî ji bo projeyeke wisa giring despêkek baş.
Merîwan Mesûd
Cîgirê Sernivîskarê Rojnameya Kurdistanî Niwê