Kîjan pirtûk ji bo xwendinê hilbijêrîn, pirtûkên tenê ligel fikirîna mirov diguncin an jî yên dijî nêrînên mirov?

Profile Picture
Vane Hama Pirtûk 2023-04-16
Image

Eger di nava aydiyan de alozî çênebin, tê wê wateyê tû jî wan şarezayê vê peyam û aydiyan nîne ku hilgirtine



Hevpeyvînek li ser hilbijartina pirtûkan ligel nivîskar û werger Kordo Şaban


Dema mirov temaşeyî civakê dike, mirov dikare bi çend awayan û li ser çend bingehên cûda dabeş bike. Vêca eger ev dabeşkirin li ser bingehê xwendina rewşenbîrî yan jî marîfî be, wê demê mirov dikare çend çîn û komên temam bi hev re girêdayî di xalekê de bibîne. Herwiha çend grûpan jî ji çend alî û bingehên cûda ve bidest bixe. Cûdahî di awayê nêrînên ku bandor li mijarên xwendine û derketina bandora wê di jiyana takekesî û çarçoveya giştî de. Di beramber de jî sekoyeke temam hevşêwe û bi hev ve girêdayî dibîne û ev jî ew e ku hemû di encamê de di bin sêwana xwendin û pirtûkan de kom dike. bêgûman tevahiya van biwar û aydiyên cûda yên her yek ji wan ji xwênerên di bin sêwan de “Sêwana xwendin û pirtûkê” hilbijartine û li ser wê arasteyê diçin.


Ji ber giringiya vê mijarê Agora Deng kar li ser bi dehan pirtûkên cor bi cor, aydiyên cûda û janrên rengûreng ku derbirîne ser prensîb û bingehên civakê hene dike. Armanca vê yekê jî berfirehkirina dîtinên cûda yên di nava civakê de ye, ji bo rewşek çêbibe û hemû nêrînên cûda li hev bên komkirin. Ji bo takek hişyar bibe û bikare li ser bingehên lojîk, eqil, pirs û pirsgirêkan kar bike, bikare di wêneyê mezin ê civakê de cûdahî û pêşveçûnan biafirîne. Lewra di hevgihiştina nivîskar û wergêr de, ev pirs tên rojevê. Xwendin sedî çendê jiyana tak dagire? Xwîner çawa pirtûka herî baş bibîne? Xwîner tenê wan pirtûkan hilbijêre yên ligel nêrînên wî di guncin an yên beravajî? Di gel vê yekê jî rûbirûbûna takên civakekê ku xwendevan xwediyê bîrdoziyên cûda û dij bin, çawa dibe?


Pêwîste xwendin çend jiyana kesekê dagire?


Kurdo Şaban: Divê em wê yekê di mejiyê xwe de bidin bi cih bikin ku xwendin sedeme neku armanc ango jiyan ji hemû tiştên li xwe digire pêktê. Dema em beşeke wê jiyanê vediqetînin, ji bo wê yekê ye ji bo beşên din rê nîşan bide. Dibe bi têgihiştina nûjen, ango dikarîn ji bo jiyana xwe bêyî bixwînîn, bigihîn rêyên pir baş. Mînak; mirov dikare bi rêya bernameyeke vîdyoyî ya Youtubê, bernameyek dengî û sedemên din. Ev ezmûn gelek hatiye ceribandin û serkeftî jî bûye. Ango madem xwendin tenê sedem e, em dikarin bi rêyên din jî bigihin zanyariyên pêwîstiya me pê hene. Belê, gelo kîjan zanyariyên em rojane fêr dibin, bi ti awayî ji bîra me naçin? Bi çend belgeyên zanistî û pratîkî hatiye îspatkirin ku tenê zanyariyên bi rêya pirtûk û xwendinê hatine wergirtin di mejiyê mirov de dimînin. Ji ber me di xwendinê de hemû erkên têgihiştinê nedaye çav û guh, belkî xwendin rê ji bo berfirehkirina xeyalên me, tîjkirina fikra me û aramkirina hestên me xweş dike. Mînakek biçûk, gelo te çi filmek dîtiye bi xwe roman be û te berê ew roman xwendibe? Yan jî wê filmê tama romanê dabe te? Bi mîsogerî ger tam dabe jî, ji bîra te diçe, ji ber tû di xwendinê de mejiyê xwe diwestînî, te hemû dîmen û karekter dirûstkirine û ti derhênerek nehatiye vî karî li cihê te bike.


Kurtiya gotinê ev e, ji ber jiyan bi berdewamî nû dibe, divê em bi berdewamî fêrî zanyariyên nû bibin. Bi nêrîna min, tevî hemû rêyên din, xwendin rêya herî baş e, lewra divê beşek bingehîn a jiyana me be. Êdî her kesek li gorî demên jêre diyarkirî dike.


Xwîner çawa pirtûka herî baş bibîne?


Kurdo Şaban: Her baştirînek rêjeyiye, heta bîrdoziya bûyî pirtûk û xetala Nobelê jî pê hatî wergirtin, egera wê yekê heye bi dîtineke nû êdî sûda wê nemîne. Herwiha ji ber ku bi hejmar mirovên ser rûyê erdê xwestekên cûda hene, ango ji bo her yek ji van heşt miyar kesên li ser dinyayê ji bo dîtina pirtûkek herî baş pîvanên taybet hene. Ligel vê yekê jî pêwîste xwîner dabeşkirin û nexşe rêyekê ji bo xwe dirûst bike.


Pêngava yekem zanyariyên bingehên li ser bingehê astên cûda:


1. Felsefe, fikir û ayînasî.

2. Edebiyat, helbest, roman û çîrok.

3. Zanistî, bîrkarî, fîzîk û biyolojî.

4. Dîrok.

5. Derûnasî û civaknasî..


Bi vî awayî pêwîste li ser her yek ji van pirtûkekn bingehîn bixwînî. Di pêngava duyem de, ji bo mirov derdikeve xwestekên wî ligel kîjan ji vana zêdetir hev digire, hewl dide ji yên din zêdtir bixwîne. Êdî bi xwe piştî çend salan di wî warî de kûr dike.


Bi nêrîna min pêwîste xwînerên despêkê gelek waran bixwînin, lê piştî gelek xwendin, divê rêya xwe bibînin û bizanin evdalê çi ne. Mînak: Ez tam ji xwendina edebiyatê werdigirim ligel pirtûken li ser felsefe û ayînasşyê. Êdî eger nû pirtûkek pir pêwîst be, naçim aliyê civaknasî yan biyolojî û dîrokê.


Gelo xwîner tenê pirtûkên ligel nêrîna wî bigunce hilbijêrin yan jî berevajî?


Kurdo Şaban: Min heta astekê di pirsyara jor de bersiva vê pirsê jî da, bi nêrîna min ne xwînerê despêkê, lê divê xwînerê bi ezmûn zêdetir wan biwaran bixwîne yên ligel xwestekên wî diguncin. Ev bi xwe jî nerasterast wisa li mirov dike fêr bibîn û tenê li ser mijarên zêdetir me xwendine baxivin û destê xwe ne avêjîn hemû babetekê. Bêgûman dûbare dikim, baştir e ciwan û yên di salên xwe yên despêkê de hemû corên pirtûkan bixwînin û nekevin di bin bandora rêya ti pisporekê de; ji ber tenê em bi xwe pisporên derûniya xwe ne.


Heta çi astekê civakek xwîner alozî û berketina kesan û bîrdoziyên cûda tê de rûdide yan kêm dike?


Kurdo Şaban: Di rastiya xwe dirûstbûna alozî û berketina bîrdoloziyên cûda pir giring û baş e. Berevajî eger di nava aydiyan de alozî çênebin, tê wê wateyê tû jî wan şarezayê vê peyam û aydiyan nîne ku hilgirtine. Tişta nabe dirûst bibe, jinavbirina yê din e, tenê ji ber bi awayekî din difikire û ne di wê baweriyê de ye fikirîna te rastir e. Dema em kar ji bo hevpejirandinê dikin, nabe behsa jêbirina cûdahiyên di navbera xwe de bikin. Ez bi ti awayî ne neçar im îtirafê bi nêrînên te bikim, lê neçarim di wê baweriyê de bim tû jî wekî min di hilbijartina nêrînan de azadî. Ya duyem me fêr dike her yek ji me belgeyan ji bo bihaneyên baweriya me bi xwe pê heyî bînin, lê bi ti awayî amade nebîn ji bo nirxên xwe yê din jinav bibîn. Di demekê de hemû nirxek guman e û egera wê yekê heye nerast be. Yan jî ya îro li gor me vala ye, sibe ji bo me derbikeve ew rastir e. Her di wî warî de giringiya kulturkirina xwendinê, Agor Deng projeyeke cûda ye û ji bo bilindkirina asta civakî û pêşvebirina çanda xwendinê projeyeke giring e. Niha em dikarin bi rêya appa Agora Deng bi kalîteyeke baş a deng guhdariya berhem û pirtûkên herî baş bikin.


Beş: Pirtûk