Agora Vision dibe mînbera cîhanîkirina pirtûkxaneya Kurdî ji bo nasandina edebiyata Kurdî bi cîhanê


Neteweyeke bindest a weke Kurdan sed caran zêdetir pêwîstî bi pêşvebirin, nasandin, pêşvebirina ziman û çanda xwe heye.
Herçendî edebiyat xwediyê cihekî bilind e û bandoreke wê ya berçav heye, lê tişta bala mirov dikêşe kêmiya berhemên Kurdî yên ji bo zimanê Inglîzî û zimanên bihêz ên din yên cîhanê hatine wergerandin e. Ji ber vê yekê Agora Vision beşeke giring ji bo vê armancê veqetandiye, ew jî kar û wergerandina berhemên nivîskarên Kurd a ji bo zimanê Inglîzî, nasîbûna wan a bi çav, guh û hestê çîna xwendekar a li seranserî cîhanê ye. Ev jî rêyeke nû ya nûjen a ji bo bazarkirin, nasandina dîrok û çanda Kurdî ya bi zimanê nivîskarên Kurd e. Çand û edebiyat dû têgehin di nav hev de ne; çawa bandorê li ser reftar û awayê mirovan dike, bi wî awayî bandoreke çalak li ser avakirina mirovan jî hene. Ji bo çanda neteweyekê bimîne, pêwîstî bi dû bergên berhemên wêjeyî yên nivîskaran heye, ji bo bi zimanekê binivîsin û bikare bigihe çav û guhê xwendekarên ciwan û nifşê bê. Nekû tenê di çarçoveya welatê wî/wê de bimîne. Bêguman karê despêkê yê her nivîskarekê ye despêkê çanda welatê xwe zindî bihêle, lê pêngavên piştre û xewna wî/wê ya bê gihandina wê ya ji bo civakên din be.
Neteweyên serbixwe û azad ên mafê wan ê çarenivîsê hene, ger carekê pêwîstiya wan bi hiştin û giringîdana bi çand û zimanê xwe hebin; neteweyeke bindest a weke Kurdan sed caran zêdetir pêwîstî bi pêşvebirin, nasandin, pêşvebirina ziman û çanda xwe heye. Ji xwe ger ji çarçoveya neteweyî jî derbikeve, wê demê di warê zanistî de jî giringiya nêrîn, reng, ziman û çandên cûda derdikeve.
Nivîskar û fîlozofê Îsraîlî Yuval Nuh Herarî dibêje; “Ji ber mirovan kariye xeyal û mantiqê xwe ligel hev biguhere, kariye ji şikeftan derbikeve û niha jî cîhanê birêve bibe.” Ev kilîla niha di destê Agora Vision de jî têkelkirina berhemên edebî yê neteweya Kurd û hemû cîhanê bi rêya wergera li ser zimanên bihêz ên cîhanê ye. Agora Vision bi vê kilîlê Kurdan bi çîna cîhanê ya herî hişyar dide nasandin.
Agora Vision weke platformekê bûye sekoyek destdayî ku berhemên Rojava û Kurdî kiriye dirûşmeya karên xwe. Ji bilî vê yekê tenê razî nabe bi çav û mejiyê xwendekar û bi rêya berhemên dike pirtûkên dengê, guhên xwendekaran jî kiriye armanca karên xwe. Mirov dikare vê hewla Agora Vision di çend aliyan de bibîne. Mînak; ger ji xwendekarek Kurd bipirsî navê bi dehan nivîskar, zana û kesayetiyên biyanî wê ji te re bêje; lê berevajî xwendekarên li welatên biyanî agahiyên herî kêm li ser nivîskar, dîrok û çanda Kurdî hene. Bi sedan berhem ji bo Kurdî hatine wergerandin, li beramber jî kêmtirîn berhemên Kurdî ji bo zimanên biyanî hatine wergerandin. Lewra ligel balkişandina ser wê sistî û xemsariya di warê wergerê de heye, Agora Vision ji bo vê mijara giring ligel nivîskar û wergêr Şêrzad Hesen sedem û xemsariyên herî diyar ên di warê wergera behemên Kurdî ji bo zimanên bihêz û bibandor ên cîhanê de giftûgo dike.
Agora Vision: Di civakê de giringiya çand û wêjeyê çiye?
Şêrzad Hesen: Çand û wêje ewqasî giringe, tû neteweyek li ser rûyê erdê nîne bêyî wergêrana berhemên wêjeyî-edebî karîbe pêşbikeve. Mînak, yek ji bandorên edebiyatê ew e ku mantiqekî rexnegirî dirûst dike. Ger mantiqeke rexnegirî neyê dirûstkirin, mirov çawa dikare mirovek nûjen û ji zanistê hez bike bafirîne. Bikarîn kur û keçên rexnegir bafirînîn ji bo gelek pirsên wan hebin û dahênanê bikin, bi taybet jî ji bo Rojhilata Navîn.
Agora Vision: Ger tû ji nivîskarekî Kurd pirs bikî wê navê bi dehan nivîskarên biyanî li ser seranserî cîhanê ji te re bêje. Ji ber berhemên Rojavayî ji bo Kurdî hatine wergerandin; berevajî kêmtirîn berhemên Kurdî ji bo zimanên biyanî hatine wergerandin. Çima bi vî awayî ye?
Şêrzad Hesen: Tişta tû behsê dikî, sedema wê ew e ku werger li tevahiya dinyayê tişta jê berpirs wezareta rewşenbîrî û çandiye. Divê karê wê ew be û di wergêrana berhemên edebî ya ji bo zimanên zindî yên cîhanê gelek dest belav be. Lê min nedîtiye wezareta rewşenbîrî vê yekê bike pîşeya xwe ya serekî û tenê demên borî ev kar ji aliyê çend kesan ve hatiye kirin. Divê kesên deshilatdar xema vê yekê bixwin.
Ligel vê yekê jî ger em behsa wê xemsariyê bikin, divê piştî Raperînê “Xwe dadgeh bikîn” ku hişyariyek di derbarê giringiya wergeranê de nîne. Herwiha ligel nebûna kesên pêwîst ên di vî warî de budceyeke pêwîst jî ji bo vê yekê nîne. Tişta heyî jî wergêr jî ligel mandîbûna karê dikin destheqekî baş wernagirin. Ligel van tiştan hemûyan jî rewşa Kurdistanê bi awayekê ye, ger wergêr çend caran heqdestê xwe werbigire; ji ber rewşa li Kurdistanê heye, divê di xema jiyana xwe de be neku fikra berhemek din bike.
Agora Vision: Kurd weke neteweyeke bindest ligel amrazên din ên weke ragihandin, siyaset û her dergehekî din heta çi astê pêwîste berhemên wêjeyî yên çand û dîroka xwe bi cîhanê bidin nasandin?
Şêrzad Hesen: Ez dikarim bi mînakekê ji we re behsa vê yekê bikim. Serokwezîrê Brîtanyayê Winston Churchill piştî şerê cîhanê yê duyemîn budceya herî mezin ji bo çandê veqetand. Tevî ku civata wî jê re got ku di rewşeke xirab de dijîn, lê navborî got: “Brîtanya bi çanda xwe tê naskirin. Ger em çandê dewlimend û rengîn bikin, wê demê bê guman Brîtanya wê dûbare li ser lingan bimîne. Bêgûman beşeke girîng a çandê jî bi wêjeya wî welatî ve dimîne.”
Ger em bişopînin tê dîtin ku li gelek welatên pêşketî budceyeke mezin ji bo perwerdeyê û Wezareta Çandê hatiye veqetandin. Lewra wêje, çand û danasîna wê ji bo Kurdan yek ji karên herî li pêş û bibandor e. Mînak em dikarin bi romanên xwe dîrok û êşên welatê xwe ragihînin. Min di romaneke xwe ya bi navê Lozanê de ku romaneke evîndariyê ye behsa parçekirina Kurdistanê kiriye.
Agora Vision: Hûn vê hewldana Agora Vision ya tevî lawazî û sistiya di vî warî de ji bilî tomarkirina pirtûkên dengî, wergera berhemên edebî yên Kurdî jî dike çawa dibînin?
Şêrzad Hesen: Ez gelek kêfxweş im xebateke bi vî awayî heye. Hewldan hebûn û hene, lê di asta takekesî de ne. Piraniya wan kesên vî karî dikin jî karê wergerê ne pîşeya wan a serekiye. Belkî di demên xwe yên vala de derfetekê ji bo karê wergerê dibînin, ji ber nikarin debara jiyana xwe bi karê wergerê bikin. Dostekî min heye ligel xanimeke Elmanî ku evîndarê wêjeyê ye û dixwaze ji bo berhemên Kurdî karê wergerê bike, dibêje; wêje û edebiyata Kurdî heye, çima em dest bi wergerandina wê nekin. Lê ew karmend in û heşt demjimêran kar dikin. Lewra li vir astengiyekî mezin çêdibe, ji ber cûdahiyek mezin heye, kesek xwe bi giştî ji bo wergerê veqetîne û kesek jî tenê weke hobî kar bike.
Mînak du romanên min ên bi navê Lozan û Şeva Dawî ya Daketina Îsa hene, bi alîkarî û komkirinê hatine çapkirin. Min û wergêr gotin, em heqdestê xwe naxwazin. Mijar bi vî awayî ne û ev erk ji aliyê kesan ve tê kirin. Min piraniya mafên xwe yên maddî yên li ser van berhemên xwe hene efû kirine. Wergerandina berhemên edebî yên Kurdî nirx dide keda wan. Mînak, ger ez behsa xwe bikim ez 20 salan li ser romana Daketina Îsa fikirîme û min ked ji bo wê daye, lewra ger ji bo zimanekî din bê wergerandin û bikeve destê xwîneran deh car baştir e.
Agora Vision: Ji bilî pirsgirêka budceyê, gelo çi pirsgirêkeke din li pêşiya wergerandina berhemên wêjeyî yên kurdî bibe asteng heye?
Şêrzad Hesen: Welatên din ji bo vî karî şêwirmendên rastbêj hene, lê me di wezaretên pêwîst di vî karî de kêmtirîn şêwirmendên rastbêj hene. Hinek ji wan neşareza ne û ew jêhatî nîne di vî postî de bin. Ev jî bandoreke mezin li ser sistkirin û pêşveneçûna nivîsandin û wergerê çêdike. Rewş bi awayekê ye, ez bi sedan kesan nas dikim ji ber têkiliyekî kesî di wê pileya giring de ne; neku ji ber şareza ne û di vî warî de hunerekî wan a taybet heye.
Agora Vision: Kîjan berhemên baş ên wêjeya Kurdî ji bo zimanên din hatine wergerandin?
Şêrzad Hesen: Bi qasî agehiya min jê heye ji berhemên Bextiyar Elî, Hinara Dawî ya Cîhanê û Bajarê Muzîkjenên Spî hatine wergerandin. Herwiha berhemên helbestvanê Kurd Şêrko Bêkas û hin helbestên din ji aliyê Kemal Mîrewdelî ve hatine wergerandin. Ligel vê yekê jî berhemên Şêx Riza Talebanî ji aliyê Navenda Kaşkol a Zanîngeha Amerîkî ve ji bo zimanê Îngilîzî hatine wergerandin û berdewam e.
Agora Vision: Kîjan berhemên we bi zimanên biyanî hatine wergerandin?
Şêrzad Hesen: Pirtûka min a Şeva Dawî ya Îsa ji bo Elmanî hatiye wergerandin. Herwiha çîroka Îzraîl bi zimanê Îngilîzî û Îspanî, Hesar û Kûçikên Bavê Min jî karê tê kirin ji bo bi Inglîzê bên wergerandin. Herwiha romana min a Lozan ji bo Inglîzî û Elmanî hatiye wergerandin. Biryare ji bo zimanê Yûnanî, Ermenî û Fransî jî bên wergerandin. Ji ber ev welat di nava wan welatan de bûn ên beşdarî Pemana Lozanê bûne. Hin çîrok û romanên min di nava wan de Hesar û Kûçikên Bavê Min ji bo Tirkî û Farisî hatine wergerandin. Bêguman berhemên min ên din ên wergerandî jî hene, lê niha evqasî dizanim.
Agora Vision: Bi nêrîna we çend girîng e wêje û çanda xwe bi cîhanê re girêbidin, ji ber ku Agora ew kiriye pîşeya xwe, çend cihê giringiyê ye û çawa şaristaniyetê ji bo siberojê dadirêje.?
Şêrzad Hesen: Gandî dibê; Ez dergeh û pencereyan li ber bayeke hênik a hemû cîhanê vedikim. Mebesta Gandî çand bû, vêca çi çandeke be. Ev jî girîngiya çand û têkelkirina wêjeyên cûda ya ji bo cîhanê ye. Cîhan ji ber wê pêşketiye, her neteweyek bi zimanê xwe agehiya wî ji dîrok, çand û wêjeyên cîhanê çêdibe. Wêje hemû dîrokên cîhanê li xwe digire. Min bi rêya wêjeyê Rûsya û Îrlanda nas kir, lewra wêje amraza herî baş a şekildana civakên siberojê yên mirovatiyê ye.
Nivîskar û wergêrê Kurd Şêrzad Hesen di dawiya axaftina xwe de li ser girîngî û bandora wêjeyê wiha got: “Eger wêje nebûya, ez dirûst nedibûm. Dibe ez bibûma keseke radîkal û DAIŞ’ek çêbibûya.