Xwênerê baş kiye?


Xwênerê baş ango civakek baş, piştre neteweyek baş û di encamê de jî cîhaneke baştir!
Xwênerê baş ango civakek baş, piştre neteweyek baş û di encamê de jî cîhaneke baştir!
Ger mirov di bingeh de hûrbîn be, wê demê xwendin pêngav e, proseye û encam e. Ango dema
kesek dest bi xwendinê dike, wê demê pêngava yekem a ber bi xwe guhertinê ve avêtiye. Lê
dema mirov ji bingeh û giringiya xwendinê fêm kir, wê demê mirov hest bi wê rastiyê dike ku
duyemîn pêngava giring a xwendinê, awayê xwendinê û sûd wergirtina xwêner (xwendekar) a ji
wan pirtûkên dixwêne ye. Li vir jî mirov ber bi giringiya pêngava sêyemîn ve diçe, ew jî
dirûstkirina bandor û gihiştina encamê ye. Ger wisa be, xwênerê baş kiye?
Balê bikişînin ser vê çîrokê...
Elaedîn Secadî di serpêhatî û bendeke di “Rişteya Mirwarî” de wiha dibêje: “Li gorî dibêjin, berî
serdemek dirêj zilamekî Misilman li bajarê Silêmaniyê diçe mizgeftekê û ji bo nimêja nîvro bike.
Lê li cihê çar rikaetan, niyeta heşt rikaetên nimêja nîvro tîne. Agehiya melayê mizgeftê ji vê yekê
çêdibe û piştî nimêj bi dawî dibe, jêre dibêje; erê nimêja nîvro çar rikaete, çima te kir heşt?
Mêrikê Misilman jî dibêje, mamosta min heşt rikaet kirin, vêca Xwedê bike çarên baş jê wergire
û çarên xirab jî qebûl neke!
Lewra mirov dikare bêje, xwênerê baş ne ew e yê her tiştekê werbigire yan jî hemû tiştekî
nivîskar red bike ye. Belkî xwênerê baş, ji her çend pirtûkan çend fikran werdigire û ji hemûyan
fikrekê diafirîne. Xwênerê baş kar li ser kopîkirina fikir û îdeolojiya di nava pirtûkê de nake, ji
ber xwendin divê fêrî rexne, guhertin û dahênan (îcat) bike, nekû tenê xwendin û di cih de
mayîn!
Bi nêrînekî din jî xwênerê baş despêk, rê û encam li ber çav e. Xwênerê baş ew kes e yê dizane
çima dixwîne û armanceke wî heye!
Xwendin yek ji rêyên belavkirina hişyarî, agehdarkirina kes û di dawiyê de civake jî. Li vir pirsa
xwendin û xwênerek baş derbasî asteke bilindtir dibe. Ger neçe asteke bilindtir û di asta
çarçoveyeke kesî û komên biçûk de bimîne, wê demê xwêner negihiştiye armanca sereke ya
pêvajoya xwendinê. Em li vir digihin sêyemîn pêngava giring a xwendinê û erkê sêyemê
xwênerê baş ku ew jî encam û bandora xwendinê ya li ser xwêner e.
Çima divê hebûna xwênerekî baş biçe astekî bilindtir?
Ji ber xwêner keseke bi hebûne, hebûna wî heye ji ber ku keseke xwedî nêrîne, nêrîneke baş jî
bandorekî baş çêdike.
Ji bo mirov bibe xwênerekî baş, emê biwêja hişyarî yan jî agehî weke mînak werbigirin. Dema
bingehê xwendinê ji bo agehdarkirina kes û civakê be, bi agehdarkirina nêrîna cûda, giftûgoyeke
lojîkî û guhdareke mantiqî biafirîne; hebûna van di civakekê de di encama her kesek di war û
pêgeha xwe de dahênanan bike, ber bi pêş ve bibe û hemû jî bi hev re siyasetmedarek baştir,
neteweyeke bi tendirustir û cîhanek ciwantir biafirînin; çawa dibe xwendin derbasî asteke
bilindtir nebe?
Ger em temaşeyî welatên li seranserî cîhanê bikin, mirov bi awayek zû bi rêya cûdahiya asta
hişyariya civakî dikare bigihe cûdahiya di navbera wan a di warê şêwe û corê jiyanê de jî. Ger
mirov hinekê kûrtir temaşe bike, mirov vedigerîne xwezaya biyolojiya mirovayetiyê.. Belê divê
em vegerin wê derê! Ger em temaşeyî dîroka peydabûn û jinavçûna corên cûda yên mirovatiyê
bikin, mirov dibîne bi milyonan corê zindiyan, heta grûp û komên cûda yên mirovan ku xwe li
hemberî metirsiyên derdorê û rêyên rizgarbûna xwe û civakê negirtine; jinav çûne. Berevajî
zindiyên ku hişyar bûn û rêya manê hilbijartîn, nekû tenê karîne bimînin û jinav neçin; belkî
karîne corê xwe pêş bixin û xwe bi awayek baştir biafirînin.
Di encamê de tê dîtin, agehî û hişyarbûn kilîla man û pergala hevrikîkirina ji bo manê ya herî baş
e!