Edebiyat, diyalogek ligel mantiqê herî baş ê serdemê


Ger ev edebiyat be, çawa dibe em edebiyata biyanî nas nekin?
Wergera ji Kurdî bo Inglîzî: Agora Wergêr
Bi dîtina min ger em ji vê pirsê ve biçin di nava pirsa giring a edebiyatê de, wê demê fikir û hizrê
mirov baştir bi kirokiya mijarê ve peywest dibe.
Ger wisa be edebiyat çiye û çawa giringiya xwe di nava şêwazên din de vedike? Ger edebiyat ew
be, bi romanek, destanek yan jî bi hunandina helbestekê bi çîroka du evîndaran dagîr bike û
piştre bi karesatekê bihejîne? Ger ev bê te li pey xwe bibe û te zêdetir bibe, te bibe di nava rêyek
teng û tarî ya dîroka gelên berê de? Ger ev bê û te ligel fikrê tarî yê civakên berî te, karesat,
jinavçûn û dirûstbûna gelek şaristaniyan rûbirû bike?
Em hinekê di nava wê oqyanusa edebiyatê de bifikirin, li Îlyada û Odesaya ( Odysseia ) Homeros
binêrînin di nava hemû destanan de dibiriqin ku li welatê Yunanîstana niha hatine nivîsandin. Di
nava destana Îlyada de keçek bi navê Hêlîn dibe evîndarê ciwanekî biyanî yê bi navê Parîs, lê
gelek girê û astengiyên mezin dikevin pêşiya evîndariya van herdû evîndaran. Hêlîna evîndar
jineke bi mêr bû, belê dibêjim bi mêr bû! Li vir Homeros bi vegêrandina reva herdu evîndaran ya
ber bi Tirkiyeya îro ve, çîroka hevrikiya du welatên Tirkiye û Yunanistanê ji bo me wêne dike.
Ger bi awayeke babetî ji bilî romansiya destanê temaşe bikîn, bi ronî gelek mijarên zêde di wê
destanê de derdikevin pêş.
Ger edebiyat ew be helbestek di vehunandineke xwe de gelek bûyerên giring ên dîrokê diparêze
û heta dibe di xeyal de jî wêneyê siberoja serdem, rewşa mirovayetî û bûyeran bike; wekî çawa
helbestvana Şêrko Bêkes hawara bêmalî, awareyî û dagirkariya li ser neteweya xwe di helbestekê
de vedihune û wiha dibêje;
Kurmancî:
Ji dema koç heyî ve, koç dikim
Ji dema pêta agir heyî ve, dişewitim
Ji dema av heyî ve, dixeniqim
Ji dema kêr heyî ve, qurbanî me
Soranî:
Ewetey koç heye, koç dekem
Ewetey girr heye, esutêm
Ewetey awa heye, exinkêm
Ewetey tîx heye, qurbanîm
Ger edebiyat birûskek be û bi wî peykerê tozê bikeve ku li ser mejiyê te heye, kaniyek be ku timî
bikarî tiştekê jê derxînî yan jî hinek pirsan bi azirînî, weke; çima û ji ber çi em li vê derê ne?
Eger rûpelên çapkirî yên pirtûkên li ber destê te, te li ser cihên em lê ne û jê hez dikin, ber bi
hişmendiyeke kûrtir ve bibin? Weke di pirtûka John Andrew Sutherland ya bi navê “Dîrokek Di
Derbarê Edebiyatê De” dibêje: “Ger bi hûrî bixwînîn, wê demê emê xwe di nava pêwendiyeke
diyalogî ligel zîrektirîn mejiyên serdema îro û borî de bibînin. Çi ji wê yekê baştir e mirov
diyalogê ligel mejiyên zîrek û hişyar ên dema borî bike?
Niha têgihiştina di bingehê edebiyatê de, giringiya wê û di bersiva çima divê em edebiyata biyanî
jî agehdar bin, dikarîn bersivê werbigirîn! Tû jî edebiyata cîhanê û biyanî nas bike, herwekî çawa
Agora Vision weke yek ji erkên xwe kar li ser wê yekê dike edebiyat Kurdî bi rêya herdu
berhemên Agora Voice û Agora Wergêr bi gelên cîhanê bide nasandin.