Çima pirtûkên dengî?

Profile Picture
Vana Hama Pirtûk 2022-09-01
Image

Pirtûkên Dengî ji nabînan ve bo hemûyan



Wergera ji Kurdî bo Inglîzî: Agora Wergêr


Ji bo bersiva pirseke bi vî awayî bê dayîn, divê em vegerin despêka dirûstbûna vê fikrê û

dahênana tiştek bi navê “Pirtûkên Dengî.” Herwiha ji bo em giringiya wê fêm bikin, divê em nirx

û pêgehê pirtûkên dengî lêkolîn bikin û şareza bibin.

Wekî dibêjin, pêwîstî dayîka dahênanan e. Ger em temaşeyî fikra pirtûkên dengî bikin, em

dibînin ew fikir ji pêwîstiyê dirûst bûye û ji valahiya nebûnê serî hildaye. Di despêkê de pirtûkên

dengî weke alîkarî û hêsankariyek ji bo nabînan (Kesên kor) derket û li saal 1932’an ji aliyê

saziyeke Amerîkî ve ji bo nabînan hat pêşxistin. Piştre şanonameya William Shakespeare yek ji

tomarên dengî yên despêkê bûn.

Raste pêwîstî dahênanê diafirîne, lê bandor û daxwaza li ser jî pêşve dibe.

Lewra ji bo têgihiştinek zêdetir li ser pirtûkên dengî, tenê balkişandin li ser sedema dahênana wê

fikrê têrê nake; ji ber her wekî çawa dirûstkirin û bingeh giring e, bi wî awayî daxwaza li ser wê

fikreyê ya ji bo pêşvebirin û mana li ser dika pêşbirkêya amrazan jî giring e. Ger em temaşeyî

dîzayn û awayê despêkê yê pirtûkên dengî bikin, despêkê li ser “şelîtên kasêtan” dihat

tomarkirin. Lê niha weke her pêşketinekê, amraz û pergalên pêwîstiyên din ên mirovan formeke

serdemiyane wergirtiye û bi dehan awayên cor bi cor berdest in. Ew yek ji bo me zelal dibe ku

cih û giringiya ligel bikarhêneran wisa kiriye ligel pêşketin û guhertinan bimîne û bê nûkirin.

Ger em niha temaşeyî fikra dirûstbûna pirtûkên dengî bikin, em dibînin hem sedema dirûstbûna

wê û hem jî berdewamî û pêşvebirina wê fikrê kariye cihê xwe bihêle û ligel wê yekê bihêztir jî

bibe. Em temaşeyî vê dîrokê û rêjeyê bikin. Li gorî amareke Komeleya Belavkirina Deng li

Amerîkayê, li sala 2016’an firotina pirtûkên dengî 2.1 milyar dolar bû. Ev jî di demekê de ye di

heman demê de pirtûkên çapkirî nêzî 1.8 milyar dolar bû.

Di dawiyê de ger em behsa bandora pirtûkên dengî nekin, dibe kêmasiyek di mijarê de diyar

bibe. Divê em behsa wê valahiyê bikin a di jiyana me hemûyan de dagirtî. Herwiha behsa wê

cûdahiyê jî bikîn ku di navbera pirtûkên dengî û pirtûkên çapkirî de heye. Li vê derê baştir e em


gotineke rêveberê cîbicîkar ê Amazonê Jeff Bezos bikin ku di daxuyaniyeke salane ya pişkên

sala 2013’an di derbarê giringiya pirtûkên de dengî de wiha dibêje: “Pirtûkên dengî rê didin

dema çavê te mijûl in, tû bixwênî.”

Li vir bi kurtî ji bo me derdikeve holê ku pirtûkên dengî di vê serdama aloz û mijûliya mirovatî

rastê hatî de, hewldana mirovatî ji bo berhemên zêdetir bi demekî kêmtir bikartîne, çi valahiyekê

dadigire û çend demê ji bo vê bê demiyê vedigerîne û cûdahiyek çawa dirûst dike. Her ji ber

giringî û bandora pirtûkên dengî ku Kompaniya Agora Vision yek ji berhemên wê yên herî

giring; ji platformên Agora Deng pêktê ku yekemîn platforma pirtûkên dengî ya Kurdî bi awayê

bernameya mobîlê ye.


Beş: Pirtûk