Serdana nivîskar û helbestvan Yasîn Arif ji bo ofîsa Kompaniya Agora Vision li Silêmaniyê

Image
557 | 2022-06-28

Di demek nêzîk de herdu bira û hevalên me yên heja mamosta Hêriş Şêx Omer û Dr. Hêmin Şêx Omer nûçeyeke xweş ji bo gelê Kurd bi giştî û bi taybet jî dostên pirtûkan belav dikin û appa “Pirtûkên Dengî” radigihînin. Ti guman tê de nîne ev sedsal sedsala elektronî û cîhana dîjîtaliye. Bi mîsogerî “Pirtûkên Elektronî” ji pirtûkên çapkirî roleke zêdetir dibînin. Em hemû dizanin cîhan hatiye guhertin û ji ber mijûlbûnê jî dema xwendinê bi temamî kêm bûye. Lewra “Pirtûkên Dengî” pêwîstiyeke serdemiye û wê gelek bisûd be. Ji ber mirov dikare di dema geştkirin, ajotina otomobîlê, werzişkirin, geran, di dema bêhnvedan û heta karkirinê de jî guh bideyê. Li aliyê din kesên çavên wan kêm dibînin û ne dostên xwendinê ne, ji îro û pê ve dikarin guhdariya pirtûkan bikin û sûd jê wergirin, bi zelalî û ciwanî wê ji bo wan bê xwendin. Ez gelek spasiya we dikim du pirtûkên min ji bo xwendinê hatine erêkirin. Pirtûka yekem “Son fo Mountains” ku bi zimanê Inglîziye û ya duyem jî “15 sal jiyan li girtîxaneyên Amerîkayê” bi zimanê Kurdiye. Ev pirtûk ji ber redekte û xalbendî (rêzimanî) jêre nehatibû kirin, ji bo xwendina wê pêwîstî bi agehdarî, hûrî, dem û pêdeçûneke zêde heye. Lê mamosta Hêriş Şêx Omer ev astengî hemû dan aliyekê, bi xwe erkê redekte û xalbendiyê girt ser xwe; wê bi awayek xwebexş bi dengê xwe yê bi bandor ji we re bixwîne. Gelek spasiya wî dikim tevî gelek mijûl in, ev dem hemû ji bo pirtûka min veqetand. Daxwaza serkeftinê ji bo vê projeyê dikim. Ti guman tê de nîne, wê xizmeteke mezin ji bo çand, ziman û wêjeya Kurdî bike. Ji îro û pê ve bi deh hezaran Kurdên li derve dijîn, dikarin bi hêsanî û bi zimanê zelal ê Kurdî guhdariya pirtûkan bikin, zanyariyên giring kom bikin, demek xweş û bi sûd ligel pirtûkên dengî derbas bikin. Agora Vision bi nav û naveroka xwe dîrokê ligel siberojê bi hev ve girê dide. Agora sekoya (arena) azadî û bazara vekirî ya serdema Yunane. Vision jî, nêrîn û plana siberojê ye. Herdu bi hev re jî projeya “Pirtûka Dengî” ya elektroniye, ji bo Kurdan jî li cîhana dîjîtalî deng û rengê xwe hebe. Min 08.03.2022 serdana ofîsa we kir û min ji nêz ve karên we dîtin. Dilsoziya van “Vision” ji bo bernameya wan, baweriya wan a bi xwe û siberoja projeya wan ez piştrast kirim ku bi destûra Xwedê siberoja wan geş û roniye. Di rastiya xwe de projeya wan berî projeyeke bazirganiyê be, xizmetkirineke mezin a ji bo gel û nîştîmane. Dubare serkeftinê ji bo kek Hêriş Şêx Omerê pismamê me û projeya “Pirtûka Dengî” dixwazim.