Serdana Dezgeha Kerîmê Eleke ji bo Agora Vision

17 | 2025-07-21
Bi armanca nasîbûna zêdetir, gotûbêj û bi hev guhertina li ser kar û berhemên Agora Vision ên ji bo komkirin û xizmetkirina nivîskarên her çar parçeyên Kurdistanê bê cûdahî, nivîskar û êveberê Dezgeha Kerîmê Eleke Şaxewan Sidîq û tîma ligel serdana Agora Vision kirin. Di serdanê de behsa rol û bandora wêjeya Kurdî li ser pêşvebirina kes û civakê hat kirin.