Agora Vision bi rêya Komeleya Rewşebîrî ya Kurd a Montrealê Beşdarî Pêşangehekî Taybet a Pirtûkan li Montrelaê bû

Image
16 | 2025-06-09

Agora Vision çend hemahengî ligel rêxistin, alî û komeleyên giring û taybet ên pirtûk, nasname û çanada kurdî li derveyî Herêma Kurdistanê kir û berdewam e. Armanc jî zêdekirina bandora wêje, nasname û çanda kurdî, belavkirin û gihandina pirtûkxaneya kurdî bi rêya berhemên xwe ye. Herwiha bi hev re pêngav avêtin ji bo xizmetekî zêdetir û bandorekî zêdetir e.

Agora Vision bi hevkariya ligel Komeleya Rewşebîrî ya Kurd a Montrealê beşdarî pêşangeha taybet a pirtûkan bû. Di vê pêşangehê de bi rêya vîdyo û belavokan beşekî berhemên Agora Vision bi serdankeran hat nasandin. Pêşangeh du rojan berdewam kir û li Montrealê hat vekirin.

Spasiyên xwe pêşkêşî rêveber, endam û heskiriyên Komeleya Rewşebîrî ya Kurd a Montrealê dikin ku bi hev re alîkarî û xizmeta kurdan dikin.

Em kêfxweş in bi her rêxistin, komele û kesayetiyek li Kurdistan û derveyî welat re ku heman armancên bi Agora Vision re parve dikin, hevrêzî bikin.