Serdana Navenda Kurdistan ji bo Dokument û Lêkolînên Akademî

Image
109 | 2025-02-02

Armanca serdana tîma Agora Vision ji bo Navenda Kurdistan ji bo Dokument û Lêkolînên Akademî nasîbûn û dirûstkirina hemahengiyê di navbera Agora Vision û navendê de bû. Navenda navborî di komkirin û parastina dîrok û kelepûra Kurdî de roleke diyar heye. Weke diyar e Agora Vision hewla cîhanîkirina pirtûkxaneya Kurdî di warê çapa dijîtalî û pirtûkên dengî ji bo xizmetkirina Kurd û Kurdistanê de dike. Bi vê boneyê jî hemahengiya me ligel vê navendê, hemû navend û rêxistinên ji bo heman armancê kar dikin, cihê kêfxweşî û hêviyê ye.