Hevkarî di navbera Agora Vision û Kurdistan Chronicle

Image
356 | 2024-06-03

Di hemahengiyeke nû de û ji bo demek dirêj, Agora Vision bi alîkariya Kurdistan Chronicle wê li ser cîhanîkirina pirtûkxaneya Kurdî bi rêya dengî û platforma dijîtalî berdewam be.


Saziya Kurdistan Chronicle saziyeke rewşenbîrî û çandî ya giştiye. Armanca wê nasandina çand û jiyana gelê Kurdistanê ya bi cîhanê ye.


Gelek kanalên medyayî û çandî yên di vî warî de hene û armanca wan gihandina dengê gelê Kurdistanê bi cîhanê ye. Tevî kovara Kurdistan Chronicle li Kurdistan û Amerîka tê pexşkirin, li ser xwênerên li Ewrûpa û Amerîka tê dabeşkirin; kovareke Erebî ya bi navê Kurdistan Balerebî çap dike û li welatên Erebî belav dike.Ji bilî serpereştîkirna rêvebirina çend projeyên din ên çandî û netewî.


Hemahengiya ligel Kurdistan Chronicle û berfirehkirina karên me bi hev re cihê serbilindî û pêşvebirinê ye. Em bi armanca zêdetir nasandina çanda Kurdistanê, bilindkirina asta xwêner û rewşenbîriya civakî rêkeftine.