Îmzekirina Peymanê Di Navbera Agora Vision û Rêxistina Rwanga Foundation De

272 | 2023-09-24
Deskeftiyên me berhemê kalîteyeke bilind a di karkirinê de ne. Di çarçoveya hewlên berdewam ên ji bo hemahengiya ligel rêxistinên li ser giringiya pirtûk û parastina wêjeya Kurdî kar dikin de, Agora Vision peymana hemahengiyê ligel Dezgeha Riwange îmze kir.
Di vê pêngava nû de bi sponseriya Dezgeha Riwange, wê çend pirtûkên Riwange yên hatine belavkirin di platformên Agora Vision de bên belavkirin.
Li gor prensîba xebata hevbeş, em ji bo hemahengiya cîhanîkirina pirtûkxaneya Kurdî bi rêya pirtûkên dengî û platformên dîjîtalî berdewam in. Hemahengiya me ligel tevahiya aliyan cihê serbilindiyê ye û em bi berfirehkirina xebata bi hev re ya ligel her aliyek li ser heman rê û peyamê kar bike kêfxweş in.
Sipas ji bo Rwanga Foundation û baweriya wan a bi karê me.