Serdana şarezayê darayî û mamostayê zanîngehê birêz Soran Sadiq ji bo ofîsa Kompaniyê li Silêmaniyê

431 | 2022-08-28
Şarezayê darayî û mamostayê zanîngehê birêz Soran Sadiq bi armanca pîrozkirin û bi hev guhertina nêrînan li ser projeya Agora Deng, Agora Vois, Agora Wergêr û erkên Kompaniya Agora Vision li Silêmaniyê serdana ofîsa me kir. Di serdanê de behsa awayên cûda yên xizmetkirina edîbên Kurd û pêkhateyên din li hemû cîhanê ya bi rêya platformên Agora Vision, bi taybet erkê ku Agora Vision weke kompaniyeke teknolojî û bikaranîna teknolojiyê ji bo xizmetkirina wêjeyê li cîhanê hat kirin. Birêz mamosta Soran kêfxweşiya xwe li ser kareke weke yê Agora Vision nîşan da û got, ew amadeye alîkarî û xizmetkirina projeyê bike.