Serdana rêveber û şarezayê karsaziyê birêz Mehmûd Caf ji bo ofîsa Kompaniyê li Silêmaniyê

449 | 2022-08-25
Rêveber û şarezayê karsaziyê birêz Mehmûd Caf bi armanca pîrozkirin û bi hev guhertina nêrînan li ser projeya Agora Deng, Agora Vois, Agora Wergêr û erkên Kompaniya Agora Vision li Silêmaniyê serdana ofîsa me kir. Di serdanê de behsa awayên cûda yên xizmetkirina edîbên Kurd û pêkhateyên din li hemû cîhanê ya bi rêya platformên Agora Vision, bi taybet erkê ku Agora Vision weke kompaniyeke teknolojî û bikaranîna teknolojiyê ji bo xizmetkirina wêjeyê li cîhanê hat kirin. Birêz Mehmûd Caf kêfxweşiya xwe li ser hebûna kareke weke yê Agora Vision nîşan da û amadebûna xwe ji bo alîkarîkirin û xizmetkirina projeyê anî ziman.