Serdana rêveber û şarezaya karsaziyê Rave Xurşîd ji bo ofîsa Kompaniyê li Silêmaniyê

553 | 2022-08-24
Rêveber û şarezaya karsaziyê Rave Xurşîd bi armanca pîrozkirin û bi hev guhertina nêrînan li ser projeya Agora Deng, Agora Vois, Agora Wergêr û erkên Kompaniya Agora Vision li Silêmaniyê serdana ofîsa me kir. Di serdanê de behsa awayên cûda yên xizmetkirina edîbên Kurd û pêkhateyên din li hemû cîhanê bi rêya platformên Agora Vision, bi taybet erkê Agora Vision weke kompaniyeke teknolojî û bikaranîna teknolojiyê ji bo xizmetkirina wêjeyê li cîhanê hat kirin. Birêz Rave Xurşîd kêfxweşiya xwe bi hebûna kareke weke yê Agora Vision nîşan da û amadebûna xwe jî ji bo alîkarîkirin û xizmetkirina projeyê nîşan da.