Serdana birêz Evîn Azad û Amed Letîf ji bo ofîsa Kompaniyê li Silêmaniyê

635 | 2022-08-24
Birêz Evîn Azad û Amed Letîf, bi armanca pîrozkirin û bi hev guhertina nêrînan li ser projeya Agora Deng, Agora Vois, Agora Wergêr û erkên Kompaniya Agora Vision li Silêmaniyê serdana ofîsa me kirin. Di serdanê de behsa awayên cûda yên xizmetkirina edîbên Kurd û pêkhateyên din li hemû cîhanê bi rêya platformên Agora Vision, bi taybet erkê Agora Vision weke kompaniyeke teknolojî û bikaranîna teknolojiyê ji bo xizmetkirina wêjeyê li cîhanê hat kirin. Birêz Evîn Azad û Amed Letîf, kêfxweşiya xwe bi hebûna kareke weke yê Agora Vision nîşan dan û amadebûna xwe jî ji bo alîkarîkirin û xizmetkirina projeyê anîn ziman.