Serdana nivîskar û helbestvan birêz Ketan Xadimî ji bo ofîsa kompaniyê li Silêmaniyê

690 | 2022-08-25
Nivîskar û helbestvan birêz Ketan Xadimî bi armanca pîrozkirin û bi hev guhertina nêrînan li ser projeya Agora Deng, Agora Vois, Agora Wergêr û erkên Kompaniya Agora Vision li Silêmaniyê serdana ofîsa me kir. Di serdanê de behsa awayên cûda yên xizmetkirina edîbên Kurd û pêkhateyên din li hemû cîhanê bi rêya platformên Agora Vision, bi taybet erkê ku Agora Vision weke kompaniyeke teknolojî û bikaranîna teknolojiyê ji bo xizmetkirina wêjeyê li cîhanê hat kirin. Birêz Ketan Xadimî çend berhemên xwe pêşkêşî Kompaniya Agora Vision kir û wê bi xwe jî hinekan ji bo platformên Agora Deng bixwîne.