Serdana Hunermend û Mamostayê Hunera Kurdî Enwer Qeredaxî ji bo Ofîsa Kompaniyê li Silêmaniyê

Image
602 | 2022-08-30

Hunermend û Mamostayê Hunera Kurdî Enwer Qeredaxî bi armanca pîrozkirin û bi hev guhertina nêrînan li ser projeya Agora Deng, Agora Vois, Agora Wergêr û erkên Kompaniya Agora Vision li Silêmaniyê serdana ofîsa me kir. Di serdanê de behsa awayên cûda yên xizmetkirina edîbên Kurd û pêkhateyên din li hemû cîhanê ya bi rêya platformên Agora Vision hat kirin. Bi heman awayî tekezî li ser aliyên cûda yên Kompaniya Agora Vision ên weke projeyeke teknolojî û bikaranîna teknolojiyê ji bo xizmetkirina edîb û çandê li cîhanê hat kirin. Birêz mamosta Enwer kêfxweşiya xwe bi karên Agora Vision û amadebûna xwe ji bo alîkariya projeyê di warê teknîkî de nîşan da.