Serdana bêjerê ciwan Yadgar Fayeq ji bo ofîsa Kompaniyê li Silêmaniyê

Image
471 | 2022-08-10

Bêjerê ciwan Yadgar Fayeq bi armanca pîrozkirin û bi hev guhertina nêrînan li ser projeya Agora Deng, Agora Vois, Agora Wergêr û erkên Kompaniya Agora Vision li Silêmaniyê serdana ofîsa me kir. Di serdanê de behsa awayên cûda yên xizmetkirina edîbên Kurd û pêkhateyên din li hemû cîhanê bi rêya platformên Agora Vision, bi taybet erkê Agora Vision weke kompaniyeke teknolojî û bikaranîna teknolojiyê ji bo xizmetkirina wêjeyê li cîhanê hat kirin. Herwiha di heman serdanê de behsa giringiya corên deng û zaraveyên cûda yên zimanê Kurdî weke beşek ji bernameya karê siberojê yê Agora Vision hat kirin.