Serdana Nivîskarên bakurê Kurdistanê bo Agora Vision

59 | 2025-04-13
Nivîskar Seîd Veroj ligel çend nivîskarên din ên bakurê Kurdistanê serdana ofîsa Agora Vision kirin û ji aliyê Rêveberê Rêpêdayî yê Agora Vision Hêriş Şêx Omer ve pêşwazî lê hat kirin. Armanca serdanê spasiya nivîskaran a ji bo kar, berhemên Agora Vision û axaftina li ser hewlên Agora Vision ên ji bo komkirin û xizmetkirina nivîskarên her çar parçeyên Krudistanê bê cûdahî bû.
Hêjayî gotinê ye yek ji berhemên nivîskar Seîd Veroj karê dengî jêre hatiye kirin û li appa Agora Deng berdest e. Di demên pêş de karên zêdetir wê ligel nivîskarên bakurê Kurdistanê û hemû nivîskarên din ên Kurd li kudera cîhanê bin bê kirin.