Serdana Rêveberê Giştî yê Rewşenbîriya Silêmaniyê Dr. Mihsin Edîb

471 | 2023-02-21
Tîmeke Agora Vision serdana Rêveberê Giştî yê Rewşenbîriya Silêmaniyê Dr. Mihsin Edîb kir. Di serdanê de behsa çawaniya hemahengî û karê bi hev re ji bo pêşvebirina projeyên Agora Vision hat kirin. Rêveberê Giştî yê Rewşenbîriya Silêmaniyê ji ber hebûna vê projeyê ya xizmetkirina çand û pirtûkxaneya Kurdî kêfxweşiya xwe anî ziman. Li beramber jî tîma Agora Vision ji ber amadebûn û piştgiriya wan a nasandina projeyê de sipasiyên xwe pêşkêşî birêz Dr. Mihsin kir.