Di Derbarê Kompaniyê De

Kompaniya Agora Vision ji bo pexş û belavkirina dîjîtalî-sinordar ji bo bikaranîna fikirînek dahêner, dîzaynek bêwêne û pêşketina kompûterî ji bo pirkirina valahiya wêjeya Kurdî û pêkhateyên din li cîhanê hatiye damezrandin. Agora Vision ew çarçoveya yasayiye ku xwedî û rêvebertiya Agora Deng û Agora Voice dike, Herdû appên pirtûkên dengî û platformên dîjîtalî taybet bi edîbên Kurd û pêkhateyên din ên cîhanê bi zimanê Kurdî û Inglîzî ne. Ew her weha afirînerê Agora Pertuk ye, ku kanaleke ji bo peydakirina pirtûkên kurdî li çaraliyê cîhanê bi dîjîtalî û bi teknolojiya herî dawî ya e-pirtûkan ve ye w mal û dahênerê sîstema Agora Vision English, ji sîstemeke taybet û nûjen a pirzimanî, wergêrana taybet bi wêjeya Kurdî û pêkhateyên din li cîhanê pêktê ye. Kompaniya bi awayek fermi li Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Iraqê û Herêma British Kolombiya li Kanada hatiye tomarkirin, lê xizmeta bazareke cîhanî dike.


Erkê Kompaniyê

Zêdekirina bandora edîbên Kurd û pêkhateyên din li cîhanê bi rêya appa pirtûka dengî û platforma dîjîtalî.


Nêrîna Kompaniyê

Bidestxistina nasîbûna cîhanê bi edîbên Kurd û pêkhateyên din li ser asta berhemanîn û xelata sînemayî de.

The Company

Kitêbên Berdest Li Amazonê

Book 1
Book 2
Book 3
Book 4
Book 5
Book 6

Projêkt

Agora Wergêr beşeke giring a nêrîn û erkê Kompaniya Agora Vision di fikirîn û karkirina kompaniyê de ye. Agora Wergêr ji sîstemeke taybet a wergêrana pirzimanî taybet bi wergêrana wêjeyî bi bikaranîna bernameya herî pêşketî ya kompûterê û şarezayiya zimanê navxwe û cîhanî pêktê. Babetên hatine wergêrandin, bi herdû awayên pirtûkên dengî û çapa dîjîtalî ji bo berdestbûna li cîhanê tên belavkirin.
Translated books

Agora Voice

Agora Voice yekem platforma pirtûkên dengî ye ku ji bo çanda Kurdî û çandên din ên kêm-naskirî yên cîhanê, taybet ji bo guhdarên Îngilîzîaxêv li seranserê cîhanê hatiye terxankirin.


Ew tenê wan pirtûkan tomar dike û diweşîne ku yan bi zimanên ne-Îngilîzî hatine nivîsandin lê bo Îngilîzî hatine wergerandin, yan jî ji hêla nivîskarên ne-Îngilîzî ve bi zimanê Îngilîzî hatine nivîsandin, ku behsa jiyan, çand, êş û çîrokên çanda xwe ya resen dikin.


Ew xwedî taybetmendiyên cîhanî û naveroka bi kalîte ye; naverokek ku heke ne ev platform ba, dê ji cîhanê re bi temamî veşartî bimaya.

Zêdetir Bixwîne
Team

Çima Agora?

Agora peyveke kevnar a Yunaniye, tê wateya “Cihê Komkirinê.” Amaje bi jîngeheke navendî û giştî ku dibe navenda nêrînên cûda li ser jiyanê û bi awayekî cûda, weke rêberên fikir, bazirgan, hunermend û hwd… dike. Herwiha navê Kompaniya Agora Vision ji ber nêzîkiya ramana peyvê bi erkê kompaniyê ve hat hilbijartin ku kompaniya weke platformekê ji bo dirûstkirina hev guhertina zanyariyan kar dike. Herwiha Kompaniya Agora Vision dikeva navenda bajarê Silêmaniyê û ev ligel têgeha Agora hev digire.


Ji bo zanyariyên zêdetir li ser peyva “Agora” vê lînka Wikipediaya cîhanî bixwîne.

Pêwendîkirin

Ji bo serdan û giftûgoyeke lez ligel piyaleyeke çaya Kurdî, li van navnîşanan serdana me bikin:

Kompaniya Agora Vision ji bo pexş û belavkirina dîjîtalî-sinordar.


Dema Karkirinê: 09:00 AM heta 05:00 PM


Navnîşana Iraqê:


Telarî Hîran, Kêleka Azadî Mall
Qata Sêyem, Ofîsa Jimara 5 û 6
Herêma Kurdistanê

+964 770 2000 545 | +964 750 2000 545

Navnîşana Kanada:


1200 – 900 West Hastings St.
Vancouver, British Columbia
V6C 1E5
Kanada

+1 776 778 1476

Yan jî dikarin bi pirkirina vê forma jêr pêwendî ligel me danin:

Mafê Belavkirina 2026 © - Kompaniya Agora Vision ji bo pexş û belavkirina dîjîtalî-sinordar