
Ji bo lêgerîna şahbanûyek windabûyî، tîmek arkeolojîk a navneteweyî digihîje çolê da ku şopên Amytis a efsaneyî bibîne. Lê ji bo Bako، wergêrêkî Kurd ku salan e ji welatê xwe yê çiyayî dûr maye، vê vekolînê tenê dîtinên dîrokî nîne؛ ew deriyê rastiyekê ku pir xeternak û şokker e jî vedike.
Di bin çolê de، ne tenê mayînên împaratoriyeke kevnar tên dîtin، lê herwiha gorên komî jî derdikevin holê؛ gorên ku bi awayekî hîn nehatî ronîkirin bi dîrokekê tijî tirs، êş û nepenî ve girêdayî ne.
Romannivîsê Kurd ê Iraqê Omer Seîd، bi tevlihevkirina rastî û xeyalê xwe, romanek diafirîne ku tê de dem manaya xwe winda dike. “Bazinên Razayî yên Babelê”، ku di destpêkê de bi kurdî hatiye nivîsandin û niha bo îngilîzî jî hatiye wergerandin، ji sînorên cihê ku lê hatiye afirandin derbas dibe û bi xwendevanên her derê cîhanê re diaxive.
Ji bo xwendevanên wêjeya cîhanî، ev roman rêwîtiyek tirsinak e ku wan dibe nav têkiliyên veşartî yên di navbera rûmeta şaristaniya Babelê û siyên kampanyaya Enfalê de. Ew mînakeke taybet a wêjeya Kurdî ye؛ li wir dîrok، bîranîn û xeyal bi hev re têne tevlihev kirin da ku têgihiştineke kûrtir ji mirovatî û bîranîna kolektîf ava bikin.