Damezirênerê Agora Vision Beşdarî Yekemîn Dîdara Zanistî ya Siyaseta Çandî bû

Image
86 | 2025-11-29

Damezirîner û Rêveberê Dîzaynê yê Agora Visionê û xwediyê bawerînameya diktora ya robotnasî û sîstemên zîrek li Zanîngeha Nottingham Trent a Brîtanî Dr. Hêmin Şêx Omer panêlekî taybet li ser “Giringiya Siyaseta Bihêzmanê ya Siberoja Jîriya Çêkirî” di Yekemîn Dîdara Zanistî ya Siyaseta Çandî de pêşkêş kir.


Ev dîdar cara yekemîne li bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin. Armanca wê jî pêşxistin û pêşvebirina çand û ferhengiya li Herêma Kurdistanê bi alîkarî û hevkariya kesên pispor ên di warên cûda yên civakê de.

Yekemîn Dîdara Zanistî ya Siyaseta Çandî bi dirûşmeya “Çand Wekî Rizgarkerekê” bi çavdêriya Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan Heme Hemeyê Seîd û bi serpereştiya Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî yê Silêmaniyê Dr. Muhsîn Edîb hat sazkirin. Di roja dawiyê ya dîdarê de jî bi awayekî fermî pêşniyar ji bo piştgirî û bicihkirinê pêşkêşî Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan hat kirin. Herwiha spasî û rêzgirtin jî pêşkêşî hemû panelîstan hat kirin.