Beşdariya Agora Vision di Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî li Pajarê Hewlêrê
74 | 2026-10-20
Agora Vision, wekî saziyeke ku ji bo navneteweyîkirina pirtûkxaneya Kurdî dixebite, bi rêya veguherandina pirtûkan bo pirtûkên dengî, wergerandina wan bo zimanê Îngilîzî û pêkanîna gelek projeyên din, beşdarî pêşangeha pirtûkan a navneteweyî li bajarê Hewlêrê bû ya ku yanzdeh rojan dom kir. Di vê pêşangehê de, Agora Vision pêşwazî li dehan nivîskaran û sedan serdanvanan kir. Herwiha, bi wan re derbarê çand û wêjeya Kurdî û xebatên ji bo naskirina gelê Kurd li seranserê cîhanê, bi rêya xebatên Agora Vision, gelek gotûbêj û danûstandinên ramanan hatin kirin.




