Serdana Nivîskar û Rojnamevan Gove Ehmed ji bo Agora Vision
178 | 2026-01-04
Nivîskar, rojnamevan û Rêveberê Rêxistina Rewşenbîrên Kurd li Brîtanya Gove Ehmed serdana Agora Vision kir. Ji nêz ve gotûbêj û bi hev guhertina nêrînan li ser çawaniya zêdetir xizmetkirina kurdên diyaspora ya bi rêya çand û wêjeyê ve hat kirin. Di demên borî de Rêxistina Rewşenbîrên Kurd li Brîtanya hevkar û alîkarê Agora Vision bû. Biryare di demekî nêz de karên mezin û cidî yên zêdetir bi hev re bên kirin.