Beşdariya Agora Vision di HiTechs 2026 de
74 | 2026-10-06
Wekî saziyeke ku teknolojiyê xistiye xizmeta çand û wêjeya Kurdî, Agora Vision beşdarî pêşangeha HiTechs 2026 bû. Di çar rojên beşdariya xwe de, pêşwazî li sedan serdanvanên Kurd û mêhvanên ji derveyî Herêma Kurdistanê kir û bi wan re derbarê teknolojiyê, çand û nasnameya Kurdî de gotûbêj û danûstandina ramanan kir.




