Serdana Nivîskar Cebar Cemal Xerîb Bo Agora Vision
96 | 2026-04-24
Ji bo sipasî, destxweşî û pêzanînê, Nivîskar û mamoste Cebar Cemal Xerîb serdana ofîsa Agora Vision kir, û ji nêzîk ve bi xebat û berhemên Agora vision re nas bû. Di vê serdanê de, wî heyraniya xwe ji bo xebatên Agora vision anî ziman. Herwiha,li ser xebat û projeyên pêşerojê yên ku armanca wan pêşxistina wêje û çanda kurdî û belavkirina wan li her çar parçeyên kurdistanê ye, nîqaş û danûstandin hat kirin. Di dawiyê de, li ser berdewamkirina hevkariyê di pêşerojê de hat rêkeftin.